
Bi hegera bê karî, bihatiyê û rewşekê ku rejîma melayan aniye serê xelkê, hindî pêde diçe xelk zêdetir birsî û mihtac dibe.
Gorî wan Vîdeo û wêneyên ku li ser torên Civakî têne weşandin, gelek kes hene ku bi meqseda peyda kirina Nanê zikê xwe her karekê dikin.
Gorî zaniyariyan di bajarê Urmiyê de bi taybetî zarokên xazok û parsekçî û li ser xiyewanan roj bi rojê zêdetir dibin.
Zarok bona peyda kirina hinek xwarinê, ser û destê xwe dibne bo nav her setlekî zibl û kirs û keval.
Mixabin bê dahatî, giranî, neyîtiyê wisa kiriye ku çendîn diarokên nerinde civakî ber bi zêde bûnê ve biçin.
Di bajarên Rojhilaê Kurdistanl de jî bi taybet di Urmiyê û Kirmaşan û Îlamê, hejmara zarokên xazok yê ser şeqaman wê midehê çend qat zêdetir bûye.