Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hindik li çerçî dibine sîxorên rejîmê

14:14 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: rejîma diktator a Îranê, bo sîxorîkirina xelkê Kurdistanê, dest avêtiye bi pîlana û ji hemû rêyekê ve, nifuzê dike nav xelkên tekoşer ên Kurdistanê.

Li gorî rapora ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîma Îslamî a Îranê, bo pêşîgirtin li çalakiyên dijberên rejîmê di nav bajaran de, mifahê ji hemû rêyekê verdigre û di pîlaneke nû de, li rêya bikirêgirtiyên xwe di tarîtiya şev de, di nav kolanên bajarê Şinoyê de û bi navê çerçî digerin.

Çavkaniyeke agehdar ji malpera “Kurdustanmedia”yê re ragihandiye ku, kirêgirtiyên rejîmê di bajarê Şinoyê de, çend şev bi hêceta çerçîtî, di nav kolanên wî bajarî de digerin û ji tirsa çalakiyên dijberên wê rejîmê, û heya li kolanên daxistî jî digerin.

Rejîma Îranê heyameke li tirsa çalakiyên tekoşerên Kurd li bajarên Kurdistanê de, bi awayên eşkire û dizîve, hewla çevedêrî û mîlîtarîzekirina bajarên Kurdistanê didin û xelkê jî dixînine li jêr givaşên xwe û ewe nîşan dide ku rejîma Îranê li bizava xelkê Kurdistanê tirs heye.