Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hindistan bo firotina berhemên xwe rêyên Îranê bikar nayîne.

12:40 - 24 Nîsan 2022

Bervajî ji çavnihêrî rejîma Îranê, Hindistanê rêya xwe ji Îranê guheriye û bi rêya avî kelûpel û berhemên xwe bo Gurcistanê vediguhaze û Îranê dor lêdide.

Piştî Çînê, Hindistanê rêya şandina berhem û kelûpelan ji rêyên Îranê guherî ye û Îranê dor lêdide û bi rêya avî wan kelûpelan bo Gurcistanê dişîne û ji Gurcistanê bo Rûsiye û welatên din ên rojhilatê Ewropayê dîşîne.

Veguhastina berhem û kelûpelên welatên Çîn û Hindistanê bi rêyên derveyî Îranê re, di halekê de ye ku girêbesta 25 sale ya Îran û Çînê heye û Hindistan li qiraxava “Çabihar”ê projeyên mezin cî bi cî dike.

Neşiyana rejîma Îranê bo dawîpêanîna projeyên rêyên hesinî û gendelî li cîbicîkirina projeyên rêyên veguhastinê, bûne sedema hederdana bûdceyek zêde ji dahata xelkê Îranê.

Di heftiya derbasbûyî de ragihandinên Hindistanê belav kiribûn ku Hindistan berhemên wekî birinc, êmîş, ça, qehwe û gelek xwarinênê din bi rêya Gurcistanê re bo Rûsiyê şandine.

Girêbestên rejîma Îranê digel welatên din bi taybet Çîn û Hindistanê tenê bi armancên siyasî ne û ew girêbestane bilî xisar bo Îranê ti qazancek bo xelkê nîne û rejîma Îranê dixwaze bi wan girêbestan piştevaniya welatên wekî Hindistanê bo aliyê xwe rabikêşe.