
Wezareta Derve ya welatê Hindûstanê, bi hegera midaxileya rejîma Îranê di karûbarên navxwe yên hindûstanê de, balyozê rejîma Îranê di wî welatî de gazî kirin û hişdarî danê.
Roja Sêşemî, 13`ê Reşeme, bi sedema peyamekê ku Wezîrê Derve yê rejîma Îranê, Mihemed Cewad Zerîf li derheq kuştina sîstematîk ya bisilmanên Hindûstanê belav kiribû, Wezareta Derve ya Hindistanê gazî balyozê rejîma Îranê kir.
Zerîf li ser rûpela xwe a Twitterê, kuştina bisilmanan bi sîstematîk û pilaneke darêtî dabû zanîn.
Piştî erêkirina yasaya bajarvendî di Hindûstanê de, şer û pevçûn di navbera bisilman û hindûyan de qewimî bû ku, heya niha bi 10`an kesan hatine kuştin.
Midaxilekirina rejîma Îranê li ser wê mijarê di demekê de ye ku kêmêyên netewî û Olên din di Îranê de têne serkutkirin.