
Kurdistanmedia: HDPê ragihand ku, ti metirsiyekî terorî di ser sînorê Tirkiyê de nîne, û hikûmeta Tirkiyê dixwaze demografiya Rojavayê Kurdistanê biguhere û Ereban di wir de akincî bike.
Hevserokê Partiya Demokrat ya Gelan (HDP) Sezayî Temellî, ragihand ku: Eva ku Tirkiyê dibêje di ser sînoran metirsiya terorîstî heye ti rast nîne, belkî hikûmeta Tirkiyê dixwaze Kurdan di ser axa xwe koçber bike û xelkê Ereb di ser şûnwarên wan de cihgir bike. Herwisa Tirkiye dixweze çekdarên tûndrew di wir de cihgir bike.
Herwisa navbirî daye zanîn ku, di lêdvanên Erdoxan de derdikeve ku armanca wan tenê akincîkirina Ereban ne û guherîna demografiya Rojavayê Kurdistanê ye û bi navê penaberan bikar tîne.
Sezayî Temellî dibêje, ti carî ji nav axa Rojavayê Kurdistanê de êrîş bo ser axa Tirkiyê nehatiye kirin, lê ew dema ku DAÎŞ cîranê hikûmeta Tirkiyê bû, hemû derî ji ser wan de wala bûn.