
Di parêzgeha Îlamê de, bi sedema hişkesaliyê werzêr rastî xisarên giran û daketina qasa berheman hatine û pêka amarên rejîma Îranê, ew daketine bi qasî 100 hezar ton e.
Bi sedema hişkesalî û nebûna ava hewce bona avdaniya berhemên werzêrî li parêzgeha Îlamê, werzêr rastî xisarên giran hatine û qasa berhemên wan zêdetir ji 100 herzar ton e û pêka amarên rejîma Îranê, daketina qasa berhemên werzêrî li parêzgeha Îlamê, ji %38 daketiye.
Nebûna sîstemeke zanîstî bona dabeşkirina avê û rizîbûna boriyên veguhastina avê û bikêrnehatina averoyên veguhastina avê li wê Parêzgehê, bûye sedem ku qasekî zêde ya ava wê parêzgehê bi heder here û xisar bibe.
Kêmbûna baran û befir, pirsgirêka ava parêzgeha Îlamê dijwartir kiriye û beşeke herî zêde ya werzêran rastî şikest û xisarên giran hatine.
Di vê derheqê de, Cihgirê Geşedan bi Berhemên Giya yê Saziya Navenda Werzêrî, “Hişmetullah Zerrîncûb” bi nûçegihaniyeke rejîmê re gotiye: “Bi sedema kêmbûna barînan, berhemanîna genim bi qasî 100 hezar ton daketiye û bi qasî 900 milyar Tumen xisar bi eredên werzêrî û baxçeyan ketiye.”
Pêka gotina wî berpirsê rejîmê, erdên dêm bi qasî ji %70 û erdên avî bi qasî ji %20 xisar dîtine.
Hişkesalî li parêzgeha Îlamê tevî xisarên werzêriyê, pirsgirêk bo dabînkirina xwarina ajelan jî afirandiye û bêkariya werzêr û xwediyên ajelan jî li pey xwe aniye.