
Pêka keşûhewanasiya bajarên Kurdistanê, hişkesaliya bêmînak li parêzgeha “Îlam”ê xisarek zêde gehandiye beşa werzêriya wê parêzgehê.
Di destpêka demsala payîza 1400ande heta niha, li bajarî “Mêhran” 27 milîmetir baran bariye.
Herwisa bi gelemper di îsal de li parêzgeha “Îlam”ê, bi berevird digel sala derbasbûyî, %46 û li bajarê “Kirmaşan”ê %17 rêjeya barîna baranê kêm bûye.
Herwisa rêjeya barîna baran li parêzgeha “Sine”yê %7 û li parêzgeha “Urmiyê” jî %10 zêde bûye.
Tevî krîza hişkesaliyê, rejîma Îranê bo dabînkirina ava werzêran û avedankirina bajarên navendî yên Îranê, ava “Zagrosê” vediguhazê û ev yek kirîza jîngehî li pey xwe aniye.