
Pêka amarên rejîma Îranê di parêzgeha Îlamê de bi sedema hişkesaliyê 850 Milyard Tumen xisaret bi werzêriya wê parêzgehê kestiye.
Roja Çarşemî 25ê Tebaxê, berpirsê Wezareta Werzêrî li parêzgeha Îlamê “Mihemedelî Eqdesî” daye zanîn ku hişkesaliyê li îsal bi beşên werzêriyê ên wekî, çandin, baxçe, ajel, balinde,berhemanîna Hingiv, masî û berhemanîna giya de xisarên gelek zêde dîtine.
Herwisa navbirê gotiye: “Genimên dêm bi qasî %70 heta %100 û genimên avî zêdetir ji %20 xisar pêketiye û bi berhemên Wezareta Werzêriyê li beşa genim, ceh, Kulza, nok û maş û berhemên giyayî de 8 Milyard Tumen xisar pêketiye.
“Mihemedelî Eqdesî” gotiye ku baxçeyan 23 Milyard Tumen, berhemanîna masiyan 43 Milyar Tumen û di xwedîkirina ajelan de jî 6 Milyard û 200 Milyon Tumen xisar pêket.
Herwisa navbirî daye xuya ku 7 milyard Tumen xisar bi beşa xwedîkirina mirîşk û balindeyan ketiye û berhemanîna Hingiv jî 450 milyon Tumen xisar dîtine.
Navbîrî xisara pêketî bi giyayên çandiniyê 250 milyon Tûmen ragihandiye.
Werzêrên Îlamê zêdetirin xisra ji hişkesaliyê dîtine û rejîma Îranê bi tenê beşeke wan xisran qerebû dike û ew ji bo wan berhemane ne ku hatine bîme kirin.
Werzêr neçarin hewcehiyên xwe di bazaran de bi nirxeke bilind bikirin û hinek ji wan werzêran bi sedema zêdebûna xercê berhemanînê dest ji karê xwe berdane û niha bêkar mane.