
Kurdistanmedia: Di parêzgeha Sîstan û Beloçistanê de ji ber barîna kêm a nixte di vê deverê û bi karanîna bê bername a dewlet û şarezarnebûna hevwelatiyan ji bo bi karanîna avê di warê çandiniyê de, ev parêzgeha rastî diyardeya hişksaliyê aniye.
“Hebîbollah Dehmrde” nûnerê bajarên wekî, “Zabol”, “Zehik”, “Hêrmend”, “Hamûn” û “Nîmroz” yê di meclisa rejîma Îranê de ragehandiye ku: Kûrahiya hişksaliyê di devera Sîstanê de di astekê de ye ku mirov dikare bêje ji erdhejê sertire.
Navibrî daye eşkere kirin ku: Rewşa derbaziya hevwelatiyên ku li ser sînorê vê parêzgehê jiyan dikin gellek xirabe , û zêdeyî ji 100 hektar ji erdê vê deverê bi sedema kêm aviyê kêrê çandiniyê nayê.
Hêjayî basêye ku, zêdeyî ji nîvey hevwelatiyên parêzgeha Sîstan û Beloçistanê, di gundan de jiyan dikin, û ji riya çandinî û cotyariyê ve jiyana xwe dabîn dikin, lê ew heyam du dehikan şûnda ye ku darbaziya jiyana hevwelatiyên vê deverê dijwar bûye.
ji ber hebûna neteweya Beloç di vê parêzgehê de, berpirsên rejîma dije mirovî, ji bo pêranegihîştinê xemsariya dikin û guh nadin bi pirsgirêkên xwazayî û kêm aviyê di vê deverê de.
Li gorî îmkanan berpirsên rejîmê dikarin bi darêtina bernameyên bicî û li gorî rewşa hewaya vê deverê, û rê nîşandana dirust ji hevwelatiyên van deveran re bo mifah vergirtina dirust ji avê û çandina darên xwechî, wekî dara Xurmê û …wdh, ku hewcehiya kêm bi avê hene pêşî ji jinav çûna van deveran bigire.
lê ji bo hemû cîhanê eşkereye ku berpirsên rejîma Îranê, bi xemsarîkirin û guhnedan bi arîşe û pirsigirêkên neteweyên din yên Îranê ku di bajarên sînorî yên Îranê de jiyan dikin dixwaze bi vê meremê xelkê van deveran birçî bihêle û da ku ev dev ji mafê azadiya neteweyî a xwe berdin.