Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hişksalî xisar bi werzêrên Sineyê gihandiye

12:16 - 10 Gulan 2021

Serokê Navenda Werzêrî yê parêzgeha Sineyê, Mihemed Ferîd Siperî gotiye, “hişksalî zêdetir ji 2 hezar milyard Tumen xisar bi çandiniya wê parêzgehê gihandiye.”

Ferîd Siperî gotiye” di wê xisarê de 1,400 milyard Tumen xisar bi zeviyên genim gihaye.”

Herwisa nêzê 110 milyard Tumen ziyan bi berhemên wekî tirî, badamên dêmî, simaq û giya û gulên dermanî gihaye.

Îsal rêjeya barîna nixteyê di meha Xakelêweyê de pêka sala par %83 bûye ku pêka salên derbasbûyî %80 kêm kiriye.

Tevî vê ku saziyên cîhanî huşdarî dabûn, karnasên jîngehî yên navxweyê Îranê û hin ji berpirsên rejîmê jî, bi berdewamî huşdarî dabûn ku krîza av di Îranê de roj li pey rojê metirsîdar dibe.