Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizbulaha Îraqê bi Amerîkayê re hişdarî da

12:31 - 3 Nîsan 2020

Girûpa Hizbulaha Îraqê ya girêdayê rejîma Îranê, hişdarî da Amerîkayê ku biçûktirîn hereket li dijî wan, dê bi zirara Amerîkayê dawî pê bê.

Roja Înê 15`ê Xakelêwe, girûpa Hizbulaha Îraqê a girêdayê rejîma Îranê, gef ji Amrîkayê xwar û daye zanîn ku, li her core kiryarek li dijî hêzên wan, dê bi zirara Amerîkayê dawî pê bê.

Hêzên girêdayê rejîma Îranê bi êrîşkirin li ser binke û cihên mana hêzên hevpeymanan û bi taybet hêzên Amerîka û herwisa êrîş li ser balyozxaneya Amerîka di Îraqê de, hemû hewlên xwe didin ku wan hêzan ji Îraqê derxînin yan jî jinav bibin, lê heya niha ew pilana rejîma Îranê nehatiye cîbicîkirin û rastî şikestan bûye, tevî kiryarên terorîstî yên wan hêzan li dijî hêzên hevpeyman û bi taybetê hêzên Amerîka, gefan ji wan hêzan dixwin.

Ji aliyekî din ve jî, girûpa “Esbetul Sa`irîn” a Îraqê, gef ji Amerîkayê xwar û herwisa wê girûpê êrîşa li ser binkeya leşkerî a “Tacî” bi stuyê xwe girtibû.

Di rojên derbasbûyî de, Wezareta Berevanî a Amerîkayê, bas ji dariştina terheke leşkerî bona jinavbirina yekcarî ya wan hêzên girêdayî rejîma Îranê di Îraqê de kiribû.

Rejîma Îranê ji dariştina wê terha leşkerî a “Pêntagon”ê tirsiyaye û hemû hewla xwe dide bo kiryarên terorîstî di Îraqê de li dijî hêzên Amerîkayê.