Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizbullah berpirsê aloziya welat û têkçûna aboriya Lubnanê ye

12:53 - 30 Hezîran 2020

Balyoza Amerîka di Lubnanê bas dike ku “Hizbullah” berpirsê wêraniya welatê Lubnanê û herwisa têkçûna aboriya wî welatî ye.

Balyoza Amerîka di Lubnanê, Dorotî Şiya (Dorothy Xia), baskiriye ku “Hizbullah a Lubnanê” li ser aramiya Lubnanê bûye gef û rêgirê çareserkirina kirîza aboriya Lubnanê ye û herwisa basa dorpêç xistina bo ser hindek ji berpirsên Lubnanê kiriye ku digel “Hizbullah a Lubnan”ê hevkarin.

Piştewaniya aborî û siyasiya rejîma Îranê li Hizbullah a Lubnanê bi qasekî bandor li ser wê partiyê daniyê ku piraniya ferman û rêkarên xwe ji rejîma Îranê werdigire û di rastî de, siyaseta rejîma Îranê di Lubnanê de cîbecî dikin.

Siyasetên rejîma Îranê bona têkdan, alozî xistin û kawilkariya siyasî, aborî û aramiya welatan bi rêya girûpên weke Hizbullahê têne cîbecîkirinê û di her cihekê da girûpekî girêdayî yê rejîma Îranê hebe, di wî welatî de pirsgirêkên wekî aborî, siyas û ewlehiyê afirandiye.

Roja Duşemî, 29ê Hezîranê, Nûnerê Amerîka di karûbarên Îranê, Brayan hûk (Brian Hook), baskiriye ku: “Di hercihek pê Îranî gihîştibê, wêranî afirandiye.