Girûpa terorîst a Hizbullaha Lubnanê bo alîkarîdan ji hêzên Rûsiyê li dagîrkirina Ukraynê de hêza leşkerî dişîne; Hizbullahê digel girûpek milîs a Rûsiyê jî, rêkkevtin kiriye.
Pêka rapora kanala televîzyoniya “El-Hedes” ku li roja Înê 25ê Adarê belav bibû, du heftiyan berî niha lihevkirinek di navbera Hizbullaha Lubnanê digel girûpa milîsên girêdayê Rûsiyê ya bi navê “Wagner” li binkeya “Hemîmîm” li bajarê “Laziqiyê” hatiye kirin, ku bi 100an çekdaran bo piştevanîkirin ji Rûsiyê bişînine Ukraynê.
Herwisa di vê raporê de hatiye, ku di vê rêkevtinê de berpirsê payelind ê ewlehiya Hizbullaha Lubnanê yê bi navê “Nacî Hesen El-Şertûnî” û yek ji endamên kompaniya ewlehiya Wagner yê bi navê “Elêksandir Kozîntsof” amade bûne.
Pêka vê rêkkevtinê, Hizbullah Lubnanê 800 çekdaran bo piştevanîkirin ji Rûsiyê dişîne Ukraynê û herwisa Hizbullah hewilê dide ji rêya kompaniya “Wagner”ê ve ji kompaniya hikûmî ya çêkirina çekên Rûsî ya bi navê “Almaz-Antî” çekan bikire.
Eva jî di halekê de ye ku Berpirsê Hizbullah Lubnanê “Hesen Nesrullah” di 19ê meha Adarê de biryara şandina hêzên Hizbullaha Lubnanê bo Rûsiyê înkar kiribû.