Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizbullaha Lubnanê madên hişber berhem tîne

11:55 - 14 Adar 2021

Berhemanîna madên hîşber li deverên di bin kontrola Hizbullahê de li Sûriyê, ji aliyê wê rêkxiravê ve tê kirin û herwisa ticaret, kontrol û tranzîta madên hişber ji aliyê Hizbullahê ve bo Ewropa û welatên derdora Sûriyê tê kirin.

Pêka rapora taybetî ya nûçegihaniya “Independent” li derheq rola Hizbullaha Lubnanê li ticaret, berhemanîn û tranzîta madên hişber li Sûriyê, hin belge berdest hene ku nîşan dide Hizbullah li parêzgeha “Homs” û deverên nêzî sînorên Sûriyê digel Lubnanê berhemanîn û qaçaxa madên hişber dike.

Pêka wê raporê, madên hişber di parêzgeha “Homs” de dest bi dest dibe ku ji devera “Qelemûn” û deverên sînorî digel Lunbaê ji aliyê bajaroka “Zîta”yê ve tê kirin û piraniya wê bo devera “Elqesîr” ku girîngtirîn navenda berhemanîna madên hişber li Sûriyê ye tê şandin, ku di bin kontrola Hizbullahê de ye.

Berhemanîna mada hişber a “Heşîş” di devera “Elqesîr” ku hewayekî baş bona çandina wê berhema hişber heye, bê hebûna ti astengekê tê kirin.

Hizbullaha Lubnanê tevî dana heqdesta rojane ya 7 hezar heta 15 hezar Lîreyê Sûrî, beşên berfireh yên eredên werzêrî li gundên “Misriye, Coz, Rebile, Ercun, Nizariye, Cosiye û Moweh”ê de kirine bi cihê çandina wê berhema hişber.

2 berpirsên Hizbullah yên bi navên “Hac Nûr” û “Îmad” berpirsê çavedêrî li ser wan zeviyan in.

Berhemên madên hişber di devera “Beynul Sekteyn”ê de têne paşketkirin, piştre ji rêya deverên “Elqesir, Hûş û Hermil”ê bo Lubnanê têne veguhastin, û beşek wan bo navxweyê sûriyê tê veguhastin.

Ji devera Tertûs, Baniyas û Laziqiyê ew madên huişber bo welatê Ordonê tê şandin û li bakur jî bo Tirkiyê tê veguhastin.

 Herwisa hebên “Kaptagon” ku hebekî hişber e, di bajaroka “Zîta” di kopamaniyê de tê berhemanîn û herwisa di devera “Xerbe Tîn Nûr”ê de, beşek taybet bona berhemanîna hebên Kaptagon heye.