“Hesen Nesrullah” bas ji gihîştina yekemîn gemiya nefta Îranê kir ku di “Sûriyê” hatiye valakirin û bi rêya bejajî bo Lubnanê tê şandin.
Serokê Hizbullaha Lubnanê “Hesen Nesrullah” daye zanîn ku valakirina nefta rejîma Îranê li Sûriyê kiriye û herisa gotiye ku ew neft bi rêya bejayî ji Sûriyê ve bo Lubnanê tê şandin.
Çend mehan berî niha “Hesen Nesrullah” bas ji hevkariya rejîma Îranê di wî warê kiribû û gotibû ku Îran yekemîn piştevanê me ye û bi rêya wê hevkariyê em dikarin qerebûya kêmbûna şewatê di “Lubnan”ê de bikin.
“Hesen Nesrullah” di berdewamiyê de bas ji çendîn gemiyên nefthilgir ên din kir ku di rojên bê de ji aliyê rejîma Îranê ve bo Lubnanê bêne şandin.
Beşek ji dijberên “Hizbullah”yê li derheq vê anîna nefta Îranê nerizayetiya xwe nîşandan û gotin ku ew kare dê welatê me rastî pirisgirêkan bike.
Dorpêçên Amerêkayê li ser rejîma Îranê, kirîn û firotina nefta Îranê jî li xwe digre û her welatek neftê ji Îranê bikirê bi wateya binpêkirina biryarên wê dorpêçê ye.