Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Hêzba Demokrat û hogirîn aştî û azadiyê, bi berdewamî bi boneya terorkirina pêxemberê aştiyê çalakiyên banghêjî bi rê ve dibin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, tekoşerên Demokrat li bajar û deverên Kurdistanê, bi boneya 30`emîn salroja terorkirina rêberê netewa me, Dr. Qasimlo û hevalên wî, çalakiyên berfireh ên banghêjî lidar xistin.
Roja Yekşemî 23`ê Pûşperê, endam û alîgirên HDKÎ li bajarê Seqizê, li cihên wekî: “Tepey Gore Cûleke û Şîwî Cûtyaran” bi belavkirina poster û tiraktên taybet bi 22`ê Pûşperê, yada rêberê zana ê gelê Kurd bilind ragirtin.
Herwisa tekoşerên Demokrat li devera “Çoma Mecîdxan” bi danîna alaya pîroz a Kurdistanê û nivîsîna siloganên wekî: “Bijî Rasan û bijî HDKΔ, piştevaniyên xwe ji Hizba Demokrat re nîşan dan.
Hevdem pêşmergên Bajar li gundê “Rehîm Xan” a girêdayê devera Aleşîn a ser bi bajarê Bokanê, bi danîna alaya Kurdistan liser tirba şehîdên hêza 110 a Beyan û bi nivîsîna siloganên wekî: “Qasimlo rêya te berdewame, û Rasan dijî terorîzma dewletî”, piştevaniya xwe li xebata rewa ya gelên xwe nîşandan. Herwisa di 30`emîn salroja terorkirina Dr. Qsimlo de, peymana domkirina rêya wî rêberê Kurd nû kirine.