
Kurdistanmedia: Nûneratiya NY ya li Iraqê ragehandiye, ku girûpa terorîst ya DAIŞ`ê, zêdeyî ji 200 gorên bikom di Iraqê de bi cih hiştine, ku zêdeyî 12 hezar termên xelkê sivîl nav de hene.
Nivîsîngeha Mafê Mirovan a NY ya li Iraqê, (UNAMI) û Komîsariya Bilind a Mafê Mirovan a NY (OHCHR) derheq hovîtiyên ku girûpa terorîst a DAIŞ`ê, li heyama salên 2014`an heya 2017`an li Iraqê encam dane, raportek belav kir.
Wê raporê ev yeka eşkere kiriye ku, di bajarên wekî Mûsil, Selahedîn, Enbar û Herêma Kurdistanê de, 202 gorên bikom hatine dîtin û heriwsa daye xuyakirin ku ji wan 202 gorên bikom, tenê 28 ji van koman hatine vedan, ku 1258 term di wan goran de hebûne.
Wisa xuyaye ku ev rêkixsitnane di mehên bê de, wan gorên bikom yên mayî wê bidin vedan, û herwisa ji hikûmeta Îraqê daxwaz hatiye kirin, ku wan gorên bikom yên mayî biparêze, û hewl jî bide da ku di pêşerojê de wan şiyana radest kirina terman ji malbatan qorbaniyan re hebin.