
Hozanê kevneşop û stranbêj ê naskirî, “Mihemed Emîn Resûlî” naskirî bi “Feqê Mîne”, xelkê gundê “Axelan”a girêdayê bajaroka “Nelas” a bajarê Serdeştê, roja Dûşemî, 2ê Pûşperê di mala xwe de, koça dawiyê kir.
Hozan “Feqê Mîne”, li destpêka sala 1358an heya sala 1365an, pêşmerê PDKÎ di hêza “Giyareng” de bûye û piştre bi sedema nexweşiyê bi îzna PDKÎ ziviriye bajaroka “Nelas”ê.
Navbirî, heyraneke binavûdeng ku ji aliyê mamosta “Hesen Şêweselî” ve hatiye lihevanînê, bi bîr û yada Sergurd “Kerîm Eliyar” sitrandiye.
Herwisa “Feqê Mîne”, Şimşaljenekî bi navûdeng bûye û çendîn berhemên hunerî wekî: “Tawanim debê çî bê leylim ho leylim ho” û “Kûrexene”, di jiyana xwe ya hunerî de tomar kirine.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesên “Feqê Mîne” û xwe bi şirîkê xema wan dizane.