Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hozan Kawûs Mîlanî bi sedema tûşbûn bi vîrûsa Koronayê hatiye razandin

18:07 - 7 Tebax 2021

Helbestvan, Dengbêj û mê`imarê bînayan “Kawûs Mîlanî” bi sedema tûşbûn bi vîrûsa Koronayê di nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê de hatiye razandin.

Kawûs Mîlanî hozanê berçav û xwedî ked li hunera dengbêjiya Kurdî ye û gelek berhemên wî yên giranbiha hene, bi sedema tûşbûn bi vîrûsa Koronayê di beşa ICU ya nexweşxaneyekê di najarê Urmiyê de hatiye razandin û pêka nûçeyên belavbûyî rewşa tenduristiya wî baş nîne.

Kawûs Mîlanî nêzî 2 heftiyan e ku di nexweşxaneyê de hatiye razandin lê rewşa tenduristiya wî nebaştir ji berê ye.

Kawûs Mîlanî di warên helbestên Kurdî, dengbêjiya Folklorîk, Mê`imariya Bînayan û nûjenkirina şûnwarên dîrokî de şarezayiyeke taybet bi xwe heye.

Kawûs Mîlanî kesekî hogirê çand û wêjeya Kurdî ye û tevî dabînkirina jiyana zarokên xwe bi karên mê`imarî û bînasaziyê hemû hewlên xwe bona bi pêşvebirîna çand, wêje û strandina stranên folklorîk dide û di 4 aliyên Kurdistanê de kesekî naskirî ye û dengê wî yê xweş bo her hogirê stranên Kurdî dengekeî naskirî ye.

Kawûs Mîlanî xelkê devera Makoyê ye lê bi 10an sal e ku di bajarê Urmiyê de dijî û alîkariyên hunerî yên gelek bi nirx bo berhemanîna bernameyên dîrokî yên  televîzyona Kurdî kiriye û di çendîn ragihandinên Kurdî de hatiye mêvankirin û stranên folklorîk gotine û li ser mijarên çandî û hunerî gelek hevpeyvîn kirine.