
Rexistina Çavderî ya Mafê Mirovan (HRW) daxwazê ji Konseya Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyi li jinêvê dike ku li ser tepeserkirina xwenîşanderên Îrane ji alîye hezên ewlekarî ya rejîma Îranê jêwekolînan binin û bi lez û bez gavan bavêje.
HRW daxwazê ji welatên Yêketiya Ewrupa Dike ku Hember tepeseriya xelkê Îranê ji aliyê rejîma tehranê Bêdeng Nemînin û givaşan bêxne ser.
Rêkxistina Mafê Mirovan ya ser bi Saziya Netewên Yekbûyî dide xûyakirin ku karbidestên Îranê heta niha hejmara kesên ku di xwenîşandanên Meha Xezelwera derbasbûyî de hatine kuştin û girtin eşkere nekiriye.
Rêkxistina Mafê Mirov Radigehîne: Me bi qurbanîyên tundûtîjiya hezên ewlekarî yên Îranê re dîdar û hevpeyvîn encam dane û li gor gotina wan u dimênên ku me ji rêya setalaytê û torên civakî ve bi dest xistine, heri kemî sê caran tundûtuîjiyeke dijwar hatiye bikaranîn. “
Di meha Xezelwera Payîza derbasbûyî de, xelkê pitir ji 100 Bajarên Îranê, xwenîşandan kirin û rejîma Îranê jî ew yêke bo xwe bi gefeke mezin dizanî lewma gelek bêrehmane xwenîşander tepeser kirin û hezaran kes kuştin û desbiser kirin û rejîm amade nebûye heya niha jî. Amareke sererast belaw bike.