Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

HSDê banga Wezareta Berevanî ya Sûriyê erê nekir

17:57 - 31 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Sûriyê daxwaz ji hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Asayişê dike, tevlî artêşa Sûriyê bibin, lê HSDê banga rejîma Sûriyê red kir.

Roja Pêncşemî 9`ê Xezelwerê, hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) banga Sûriyê ya dibêje ‘tevlî artêşê bibin, red kir û diyar kir ku divê statûyeke taybet bo HSDê were dayîn ku ew ji aliyê siyasî û binyadî ve bê parastin.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, Hêzên Sûriyê dest daniye ser devereke berfereh, û daxwaz ji HSDê kir ku tevlî artêşa Sûriyê bibin, da ku rûbirûyî êrîşên artêşa Tirkiyê bibin.

Ji aliyek din ve jî, general Mazlûm Kobanî li ser rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û dazanîn ku, Tirkiye pêbendî rêketina agirbestê nîne, û berdewame li ser êrîşên xwe.

Herwiha general Mazlûm Kobanî amaje bi hewldanên Tirkiyê bo jiserdegirtina bajarokê Til Temir dike û tekez kir ku, Tirkiyê digel milîşên tûndrew dest bi dagîrkirina gundên Krîstiyanan kiriye û hewl dide bajarokê Til Temir, ku piraniya heşîmeta wê ji Krîstiyanan pêk hatiye bixe bin destê xwe.