Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hukma darvekirina du girtiyên siyasî yê Kurd hat teqez kirin

15:28 - 16 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Di dîwana bilin a Îranê de, hukma darvekirina du zîndaniyên siyasî yên Kurd bi navên Mihemed Ebdullahî û Mistefa Selîmî hat teqez kirin.

Nûçegihaniyên çavdêrên mafê mirov a Kurdistanê bilav kir, hukma îdama Mihemed Ebdullahî girtiyê siyasî yê Kurd temen 35 salî û xelkê bajarê Mihabadê û Mistefa Selîmî zîndaniyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Seqizê, li dîwana bilind a Îranê hat teqez kirin û tirsa lidarvekirina wan heye.

Mihemd Ebdullahî roja 24’ê Adar a 2010’an, di mala xwe de hat girtin û li 19’ê Nîsan a 2013’an, bi tometa “Dijayetî tevî xwedê” ji rêya “Alîkarî tavî partiyên Kurdî yên opozîsyona rejîma Îranê” di liqa yekem a dadgeha Şoreş (Înqilab)a bajarê Mihabadê ceza darvekirinê bi ser de hat sepandin.
Mistefa Selîmî girtiyê siyasî yê Kurd mehkûm bi îdamê li 8’ê Nîsan a 2014’an bi nîşana derbirîna narizayetî li beramberê teqezkirina kukmê wî ji aliyê dîwana blind a welat ve dest daye girevê û hêzên ewlekarî di 9’yemîn roja gireva wî de bo jûra takekesî veguhastin e.

Mistefa Selîmî kurê Ebdulla xelkê gundê “Îlû”a devera Tîleko a Seqizê, sala 1382’a Rojî bi tometa “Endamiyetî li partiyeke Kurdî ên dijberî rejîm” li bajarê Nehawend a ser bi parêzgeha Luristanê hat girtin û piştire bi tometa “Hewldan dijî tenahiya neteweyî” li rêya “Dijayetî tevî xwedê” cezaya darvekirinê bi ser de hat sepandin.