
Kurdistanmedia: Dadgeha Inqilab ya Şîrazê hukmê 11 sal girtîgehê bi ser Behayiyekê de sepand.
Çiqa du ya Dadgeha Inqilab ya Şîrazê hevwelatiyekî Behayî bi tohmeta piropagendeya li dijî rejîmê bi 11 sal girtîgehê mehkûm kir.
Yekta Fehendij Se`idî ew Behayî ye ku di doma zexta li ser Behayiyan de, hukmê 11 sal girtîgehê jê re hatiye birîn, û heya niha sê caran hatiye destbiserkirin, û niha bi danîna 450 milyon Tûmenî hatiye berdan.
Xûşka vê hevwelatiya Behayî bi Kempeyna Mafê Mirovan di Îranê de ragehand, ku dema Behayî nikarin bi tu awayî beşdar bin di karûbarê siyasî de, dema ku ew bi fermî nahêne nasîn, gelo ew çawa dikarin ku rastî tawaneke siyasî bên.
Yekta Fehendij sê caran hatiye girtin, û di sala 1390`î de, ji aliyê Wezareta Îtila`ata Şîrazê ve hate destbiserkirin û piştî 82 rojan hate girtin, û di sala 1392`an de jî bi tawana piropagendeya li dijî nizamê, 56 rojan di destbisergeha Îdareya Îtila`ata Şîrazê de derbaz kir, û di encamê de bi danîna wesîqeya 200 milyon Tûmenî hate azadkirin.