Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermend “Adil Nadirî” bo navenda Îtila`ata Spahê hate banghêjkirin

08:54 - 25 Adar 2022

Piştî şikestxwarina pîlanên rejîma Îranê li derheq lidarxistina rêûresmên Newrozê li Kurdistanê, rejîmê destavêtiye bi binçavkirin û banghêjkirina welatiyan bo navendên Ewlehî û Îtila`atî.

Roja Pêncşemî 4`ê Xakelêweyê, hunermend “Adil Nadirî” xelkê gundê “Burîyer” ê girêdayê bajarê Sewlava û rûniştiyê bajarê Sineyê, bo navenda Îtil`ata Spahê hate banghêjkirin û çendîn demjimêran lêpirsîn ji navbirî hate kirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî gef ji wî hunermendê naskiriyê Kurd xwarine ku xwe ji beşdarî kirin li rêûresmên Newrozê biparêze.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên ewlehî bi wî hunermendî re gotine ku tenê mafê beşdarî di wan rêûresmên Newrozê de heye ku li jêr çavedêriya navendên ewlehî û hikûmetî têne lidarxistin.

Rejîma Îranê bo kontrolkirina xelkê û têkdan û sansorkirina naveroka rêûresmên Newroza kurdî hewl daye ku bixwe li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê rêûresmên Newroza lidar bixe, lê piştî şikestxwarina wan pîlanan û beşdarînekirina xelkê di wan cure rêûresman de ku bi wateya gotina “Na” yek mezin bi pîlanên rejîmê bû, rejîma tepeserker dest bi binçavkirin û banghêjkirina xelkê kiriye.