Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermend Kazo di Qerentînê de ye û rewşa wî baş e

12:47 - 3 Gulan 2020

Dengbêjê navdar ê Kurd Kazim Şîrvan, ku di nava gelê Kurd de bi “Kazo” tê naskirin, pêka nûçeyan hatine belavkirin, navbirî bi vîrûsa Koronayê ketiye û hatiye zanîn ku niha rewşa wî baş e.

Roja 13`ê meha Nîsanê, hate ragihandin ku hunermendê Kurd ê navdar Kazo bi vîrûsa koronayê ketiye û vê demê ve li nexweşxanê di bin çavdêriya pizîşkî de bû.

Ew hunermendê Kurd piştî wergirtina çareseriya pizîşkî li nexweşxaneyeke taybet li bajarê Stenbolê, niha di mala wî xwe de tête tedawîkirin û li ser raspartiya pizîşkan heya heyamekê dibe her di bin çavdêriya de be û xwe ji kesûkarên xwe cuda bike.

Kazo bo heyamê 14 rojan di nexweşxanê de hatibû qerentînekirin, ku carekî dinê ceribandina pizîşkî, encam dîsan erênî derket, lewma dibe bo heyamê 2 hefteyên dinê di mala xwe de bê qerentînekirin.

Dengbêj “Kazo” bi rêya girte vidiyoyekê re ragihand ku rewşa tendirustî ya wî baş e.

Hunermendê kurd basê wê yekê jî dike, li nexweşxaneyan gelek kes berxwedana jiyanê dikin û got: “Ku bi bawerî bi xwe bûnê mirov dikare bi ser wê nexweşiyê de ser bikeve.” û navbirî bi saya piştevaniya xelkê baştir bûye.

Hunermend Kazo spasiya xwe pêşkêşî hunermend, siyasetmedar û her kesî kir ku di vê qonaxê de piştevaniya wî kirine.

Rêzan Şîrvan got ku dayîk û bavê wê, di mala xwe de û di odeyên cuda de, hatine qerentînekirin û ragihand, ku rewşa wan baş e û hefteyek maye ji bo tewawbûna qerentînê.