Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermend Sabir Kurdistanî kuça dawiyê kir

16:56 - 11 Tebax 2020

Mixabin Hunermendê sitranbêj, Sabir Kurdistanî bi sedema Vîrûsa Korona yê di yek ji nexweşxanên bajarê Silêmaniyê de koça dawiyê kir.

Gorî ragihandina Hawrê Kurdistanî, kurê Hunermendê binavûdenge kurd Sabir Kurdistanî, êvariya roja 10ê Tebaxa 2020 an, bi hegera nesaxiya Korona yê, çu ber dilovaniya xwe.

Sabir Kurdistanî heyamê Mehekê bû ku tûşî Vîrûsa Korona yê bibû û di yek ji nexweşxanên bajarê Silêmaniyê hatibû razandin ku mixabin di dawiyê de canê xwe ji dest da.

Hunermend sabir di sala 1955ê li bajarê Kerkuk ê ji dayîk bibû. Her di temenê zarokiniya xwe de bi hegera çareseriya nexweşiya Çavan, mixabin roniya herduk çawên xwe ji dest da.

Hunermend her li temnê lawitiya xwe ve dest kire bi sitran gotinê, wî bi dengê xwe yê xweş û bi soz dehan berhemên hunerî tomar kirin û sitranên wî li ser zar û zimanê gelê kurd bûn.

Sabir hebxwe digot piraniya sitranên min li ser bingeha bûyereke rastî hatine gotin.

Ew di cem gelê Kurd weke yek ji hunermendên xweî ezmûn û mezin dihate naskirin.

Sabir Kurdistanî kesekî nîştmanperwer bû û hertim dilê wî bo xak û gelê wî lêdida.

Sabir Kurdistanî dostekî nêzîk PDKÎ bû û di gelek peywendiyekî nêzîk di gel Kadr û Pêşmergên PDKÎ hebû û gelek caran bi hinek minasibetan serdana yek ji binkên PDKÎ li kerkuk ê de dikir.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û kes û karê Hunermend Sabir Kurdistanî û xwe şirîkê xema ji dest dana wî hunermendê Kurd dizane.