Kurdistanmedia: Hunermendekî Kurd ê xelkê Bakûrê Kurdistanê, piştî dawîhatina konserta wî, ji aliyê hêzên polîsên Tirkiyê ve hate binçavkirin.
Hunermend Yilmaz Çelîk roja 8`ê Kanûna Pêşîn li Dêrsimê konserek lidra xistibû, û piştî konserê ji aliyê hêzên polîsên Tirkiyê ve hate binçavkirin.
Çelîk dema konsera xwe dawî pê anîbû, ji aliyê hêzên polîsên asayişê ve hate girtin û bo baregeha asayîşê ya Dêrsimê hatibû veguhastin.
Biryara binçavkirina hunermend Yilmaz Çelîk, ji aliyê serdozgeriya Dêrsimê ve hatibû dayîn.
Hunermendê Dêrsimî Yilmaz Çelîk ji aliyê dadgehê ve, bi tohmeta “propagende û endambûna yek ji Partiyên Kurd ên opozisiyon ên dijî hikûmeta Tirkiyê” hate cezadan.
Piştî ku dadgehê biryara xwe eşkere kir, Yilmaz Çelîk hunermendê Kurd ê xelkê Bakûrê Kurdistanê, bo girtîgeha Xarpêtê hat veguhastin.