Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermendê Kurd “Hikmet Noberî” koça dawiyê kir

12:41 - 8 Şibat 2022

Roja Duşemî 18`ê Rêbendanê li bajarê Sine hunermendê stranbêj yê Kurd, “Hikemt Noberî” koça dawiyê kir.

Hikmet Noberî, di heyama jiyana xwe de çendîn stran û berhemên folklorî gotine û tomar kirine.

Hunermend “Hikmet Noberî” yek ji hevalên herî nêzîk yê hunermnedê mezin yê Kurd mamoste “Hesen Zîrek” bûye.

Hikmetullah Noberî li sala (1314 heta 1400`an) jiya û kurê Hebîbullah, jidayîkbûyî kolana Çarbax a bajarê Sineyê bû. Hikmet Noberî, yek ji stranbêjên dengxweş yê Kurdistanê bû ku pêş hatina ser kar a rejîma Îslamî, komek stran li radiyo û televîzyona bajarê Sineyê tomar kiribûn.

Hêjayê baskirinê ye ku, navbirî xalê hunermnedê Kurd yê warê mûzîkê “Celîl Endelîbî” ye.

Roja Duşemî 18`ê Rêbendana 1400`an, Hikimet Noberî li bajarê Sine koça dawiyê kir û roja Sêşemî 19`ê Rêbendê li goristana wî bajarî li beşa hunermendan bi axê hate spartin.