Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermendê navdarê Kurd Seîd Gabarî koça dawiyê kir

11:28 - 4 Gulan 2020

Mixabin hunermendê mezin û binavûdenge Kurd, Seîd Gabarî bi sedema nexweşiya penceşêrê li yêk ji nexweşxanên bajarê Hewlêr ê koça dawî kir.

Seîd Gabarî di 13 ê meha Nîsana 1956 an de li gundê Xirbê Kejê  girêdayî yê bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê jidayik bibû.

Gorî gotina malbata wî, biryare îro cinazê hunermend Seîd Gabarî bi beşdariya hejmarek ji xizm û kesûkarên wî, û aliyên siyasî, humerned û hezkiriyên wî li gundê Mela Omer a ser bi Hewlêrê ve bi Axa bête spartin.

Seîd Gabarî di heşt saliya xwe de dest bi hunera Kurdî kiriye û gelek bi dijvarî jiyana xwe derbas kiriye heya mezin bûye.

Seîd Gabarî helbestvanên Kurd seyîdayê  Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj nas kirine û dehan helbestên netewiye wan kirine Sitran û bi dengê xwe û bi lêxistina Tembûra xwe , ew Sitran pêşkêşî gelê xwe kirine.

Seîd Gabarî bi deng û tembûra xwe sedan sitranên şorişvanî û netewî tomar kirine û bo gelê xwe bi cî hêlan.

Herçiqas ev nebîna bû lê bona doza Kurd xwe kêmas nezanî û tevlî şorişê bû û bi sitranên xwe seha pêşmergan bilind dikir.

Seîd gelek caran ji aliyê hîkûmetên Beese Îraq û Sûriyê hate desbiser kirin û kevte heps û zîndanan û hate şikencekirin.

Seîd çen salekan weke penaber li Zêwe ya Urmiyê jiyaye û bi sedema sitranên şorişgerî ji aliyê rejîma Îranê ve kevte ber gefê û bo bajarên nawerasta Îranê hate dûrxistin.

Seîd Gabarî bi dehan stranîn şoreşgerî û evîndarî gotin, Humermend Seîd Gabarî ji ber zextên siyasî ew neçar ma ku derkeve Ewrûpa.  Seîd Gabarî gelek caran li Başûrê Kurdistanê dima.

Ev hunermendê mezin îro 4 ê meha Gulan a 2020 an bi êkcarî xatrê xwe ji gelê xwe xast û çu ber dilovaniya xwe.

bila serê gelê me û malbata wî sax be.