
Roja Çwarşemiyê 7ê Meha Reşemê Hunermendê navdar yê Kurd Seîd Yûsif bi sedema nexweşiya penceşêrê, li Stenbolê koça dawiyê kir.
Seîd Yûsif eva nêzîkî 3 Mehan bû li nexweşxaneya stenbolê dihat derman kirin ku mixabin bi hegera giraniya vê nesaxiyê, jiyana xwe ji dest da.
Seîd Yusif wek mîrê biziqê dihat nas kirin û bi rêya gelek sitranên wek Kurdistan yan neman û Hey newroz ê dinav mûzika Kurdî de ciheki mezin digirt.
Seîd Yusif yê ku bi deng û tembûra xwe û sitranên xwe yên welatperwerî û çorişvanî, dinav dilê hemû Kurdan de cihek mezin heye.
Hunermendê mezin Seîd Yûsif Sala 1947 li bajarê Qamişloyê hatibû dinê û ev nêzîkî 50 salan li ser mûzîka Kurdî berhem çêdikirin û wî gelek sitranên navdar yên wek Yan Kurdistan yan neman,Newroz û Kurdistan pir şirînê bi denge xwe yê zelal tomar kirine û piştî xwe bo Kurd û Kurdistanê hêlan.
Malbat û kes û karên nemir Seid Yusif dixwazin piştî karûbarên fermî cenazeye wî hunermendê mezin derbasî Qamişlo, cihê jidayîk bûna wî bikin û her li vir pispêrne axê