Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermendekî Kurd 20 girtî di Pawe û Hewramanê de azad kirin

16:10 - 25 Çirriya paşîn 2020

Muhsên Çawuşî hunermendê Kurd di hewleke mirovdostî de bi komkirina alîkariyê, 20 girtî ku bi sedema pirsgirêkên malî di girtîgehê de bûn azad kirin.

Wî hunermendî tev 136.5 milyon tumen parey wan 20 kesên ku di girtîgehê de bûne daye.

Heyamek berî niha jî “ Muhsên Çawuşî “ 8 girtî li girtîgeha Bokanê azad kiribûn, navbirî bo azadiya wan girtiyan 110 milyon tumen pere dabû.

Muhsên Çawuşî jidayîkbûyê bajarê Xuremşehirê ye, bi sedema vê ku bavê wî karmendekî kompaniya neftê bûye li Rojhilatê Kurdistanê koçberê Xuremşehrê bûne û Muhsên Çawşî li Xuremşehrê ji dayîk dibe.

Di şerê navbera Îraq û Îranê de malbata wî çûne bajarên Kirmaşanê û piştre Meşhed û di dawiyê de li bajarê Tehranê akincî dibin.

Sala 2015`an di straneke hevbeş digel “Sîna Serlek” de ya bi navê “Mîna” karîn bi hev re stranekî Kurdî bistrînin, eva yekemîn pêngava Çawuşî bûye bo gotina stranek bi zimanê dayka xwe.