Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûnermendekî Kurd bi hawara xelkê zirar berkertî çû

17:30 - 8 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Hûnermendên Kurdistanê, bi hawara xelkê zirar berketî diçin, û hevdem daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikin da ku, bi hawara xelkê zirar berketî biçin.

Kurdistan yekdeng û yekgirtî alîkariyan bo xelkê zirar berkertiyan komdikin, û komkirina alîkariyan li bajarên Kurdistanê berdewame.

Hûnermendê Kurd yê bi navê “Cemşîd Ferecwend” xelkê bajarê Bîcarê, bi merema alîkarîkirina bo xelkê zirarberketî, li pêşangeha “Kafe Jiwange” berhemên xwe difiroşe.

Hevdem “Nasir Rezazî” hûnermendê naskirî yê neteweya Kurd, li riya kempêyna “Zagiros çavnhêrê me”, bo piştevanîkirin ji xelkê zirarberketî yên parêzgeha Luristanê, daxwaz ji xelkê kiriye da ku, bi alîkariyên xwe êş û derdên xelkê zirarberketî derman bikin.