Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermendekî Kurd di bajarê Urmiyê de di Av ê de xendiqî

13:32 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2020

Stranbêjekî Kurd, di Ava Bendava “Silwana” a girêdayê bajarê “Urmiyê” de xendiqî.

Roja Înê, 25`ê Tîrmeha 2020 an, sitranbêjekî Kurd bi navê “Pêyman Piyade” xelkê Gundê “Enbê” li devera “Tirgewer”, di naw Av a sedê “Sîlwana” a girêdayê bajarê Urmiyê, xendiqî û heya weşana wî nûçe yî, termê navbirî nehatiye peydakirinê.

Navbirî Hunermendekî Kurd bû ku çendîn berhemên hunerî yên sitranbêjiyê hene.

“Pêyman Piyade” ciwanekî stranbêjê kurd bû ku di nava ciwanan de hogirên xwe hebûn.

Sitranbêj û hozanên Kurd di bajarê Ûrmiye, Selmas û Xoyê û herwisa di deverên dinê de, tim dibin çavdêriya rejîma Îranê dene ku bikarin pêşî ji Huner û sitranên şoreşgerî bigirin ku ji aliyê wan hozan û sitranbêjan wê têne sitrandin, û heya niha çendîn ciwanên Kurd yên sitranbêj, bi sedema sitranên şoreşgerî û netewî, ji aliyê rejîma Îranê ve rastî gef, îşkence û binçavkirin hatine.

Rejîma Îranê her core cehdek derheq fetisandina dengê azadîxwaziya gelê kurd di Rojhilatê Kurdistanê de, dide.