Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûnermendekî Kurd hate desteserkirin

15:40 - 27 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Hûnermendekî Kurd ji aliyê hêzên îtila`ata rejîmê ve hate desteserkirin.

Li gorî rapora malpera “Kurdpa”yê ku belavkiriye, roja Pêncşemî 2`ê Reşemehê, hûnermendê Kurd yê bi navê “Pêyman Mîrzazadê” xelkê gundê “Gengeçîn” a girêdayî devera Soma û Biradost ya girêdayê bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.

pêka rapora malpera “Kurdpa”yê ku belavkiriye, ew hûnermendê Kurd bi tawana “gotina stranên şoreşgerî yên Kurdî” hatiye desteserkirin, û bo girtîgeha îdareya îtila`atê hatiye veguhastin.

Li gorî malpera “Kurdpa”yê ku daye xuyakirin, roja Duşemî 6`ê Reşemehê, ew hûnermendê Kurd piştî lêkolînê, bo girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiyê veguhestine.

Herwisa hêzên îtila`ata bajarê Urmiyê ew hûnermendê Kurd, bi tohmeta endambûna li yek ji partiyên Kurd yên Opozisyona hikûmeta Îranê, desteserkirin e.

Ew hûnermendê Kurd li 28`ê Sermaweza 1396`an bi tawana “gotina stranên şoreşgerî yên Kurdî” ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin, û di heftiya duyem ya Befranbara wê salê de jî, ji aliyê taya 3`ê ya dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê bi tohmeta encamdana “çalakiyên teblîxî li dijî nizamê” bi bê hebûna parêzer 6 meh cezayî hepsê bo birîbûn.

“Pêyman Mîrzazade” roja Înê 18`ê Cozerdana sala borî, piştî derbazkirina 6 mehan di girtîgeha bajarê Urmiyê de, hatibû azadkirin.