Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermendekî Kurd li bajarê Kirmaşanê çû ser dilovaniya Xwedê

10:58 - 9 Çirriya paşîn 2020

“Emanûllah Tahirî” Hunermendê kurd ê bi navûbang yê ku di warê meqamgotina devera Kirmaşanê de şarezayeke baş hebû li devera “Sunqor” a Kirmaşanê koça dawî kir.

Xwedêjêrazî ji warê zirnajenê ve jî şarezayiyeke baş hebû û mamoste jî bû.

Navbirî hunermendekî xweşnav yê wê deverê bû û ew kevneşopiya gelê xwe di wê deverê de bi zîndî ragirtibû.