Hunrmendekî Kurd yê bi navê “Nesîr Şeme” xelkê “Xaneqîn” a ser bi Başûrê Kurdistanê xelata kesayetiyê salê bo xwe misoger kir.
Saziya Navnetewî ya Holendê bo azadî û parastina mafê mirov, salane xelata “Kesatiya Sal” pêşkeşê hunermendan dike.
“Nesîr Şeme” bilî Kurdistanê navûbangê cîhanê jî heye û di çendîn welatên Erebî de fêrgeha taybet bi hînkirina jenîna “Ud” heye.
“Nesîr Şeme” xwediyê çendîn xelatên deverî û navnetewî ye û heta niha bi dehan car dahata konsêrtên xwe ji rêya xêrxwaziyê ve xerc kiriye.
“Şeme” mezintirîn konsêrta xwe ya bi navê “Bajarê Nêrgizan” li kela bajarê Hewlêrê lidar xistibû.