Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûnermendekî navûdeng yê Kurd çû ber dilovaniya xwe

12:08 - 18 Adar 2019

Kurdistanmedia: Hûnermendê navûdeng û xwedî derbazî yê Kurd, li bajarê Koyî, çû ber dilovaniya xwe.

Roja Yekşemî 26`ê Reşemehê, hûnermend Serdar Ehmed,  hûnermendê navûdeng û xwedî derbazî yê Kurd, li bajarê Koyî, a girêdayî parêzgeha Hewlêra ser bi Başûrê Kurdistanê, bi sedema nesaxî û bi temenbûnê li temenê 74 saliyî de, çû ber rehmetê.

Hûnermend Serdar Ehmed,amora bilûrvan û neyjeniyî lê dixist, û yek ji bi ezmûntirîn hûnermendên Kurd tê hesbandin, û zêdeyî ji 50 salî ximeta hûnera Kurdî kiriye, di rastiyê de jî, gellek caran jî, alîkariya koma hûnerê ya PDKÎ dikir, û di merism û rêûresmên Partiya Demokrat de, wekî hûnermendekî xwedî ezmûn alîkarî dikir.

Ev hûnermendê Kurd, yek ji avakerên girûpa mozîkê ya bi navê, “Bawacî” li bajarê Koyî bû,  ku bo çendîn hûnermendên navûdeng û xwedî pêgeh yê Kurd mozîk amade kiriye, û cihê dest û pence wî di hûner û mozîka Kurdî de xuya ye.

Hûnermendê Kurd, Serdar Ehmed, li sala 1324`an, li bajarê Koyî, a girîdayî parêzgeha Hewlêr a ser bi Başûr a Kurdistanê jidayîk bûye, û li sala 1340`î, karê hûnerê destpê kiribû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê,  tevî nerhetbûnê, bi sedema koça dawiyî ya hûnermendê neteweyî yê Kurd, sersaxiyî dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.