
Kurdistanmedia: Girûpek ji hunermendên Îranê, bi belavkirina belavokekê derheq tirajêdiya kuştina xelkên nerazî, nerazîtiyên xwe nîşan dan.
Komek ji hunermendên Îranê, yên warê Sînema, mûzîkî û Şanoyê, ku roja Şemî, 9`ê Sermawezê, belavokek belavkirin, di wê belavokê de hatiye gotin: “Ev rojên dijwar ku di meha Xezelwera sala 1398`an de derbas bû, bîstekê rûyên wan ciwanên cangorîkirî, xelkên birîndar, dayîkên dax dîtî û bavên bêtab, ji ber çavan naçin”.
Nivîserên wê belavokê dibêjin: “Ciwanên ku xwîna paqij a wan hate rijandinê, û bi kesên girêdayê biyaniyan hatine hesibandin. Xelkê ku îro di nav mija bê agehî û nebûna peywendiyan de, nav û nîşanên wan eşkere dibin, û ev bi çi gunehekî hatine kuştinê? Ew ji wan bêzarbûyan bûn ku dengên wan nedihate bihîstin û bi kêrnehatina rejîmê re hawar dikirin”.
Di doma vê belavokê de ku rû li rejîma îslamî ya Îranê nivîsîne, hatiye gotin: “Hûn çi bi serê xelkê tînin? We çi kuncek bo bihîstina dengê xelkê vekirî hiştiye? We kîjan kombûna nerazîtiya xelkê tehemil kiriye? We kîjan partî an rêxistinek ku bikare daxwazên xeklê bibîhîze hêştiye? Hûn her li ser wê bawerê ne ku bi tundûtîjî, xelkê ji seretayîtirîn mafên mirovî yên wan bêpar bikin?