Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermendên Kurdistanê êrîşa rejîma Îranê bo ser PDKÎ şermezar kirin

13:17 - 12 Îlon 2021

Di berdewamiya şermezarkirina êrîşên rejîma Îranê bo ser deverên çiyayî ên Kurdistanê û PDKÎ li sînorên Kurdistanê hunermendên Kurd ji dengên xwe bilind kirin û ew kiryara rejîma Îranê şermezar kirin.

Roja derbasbûyî beşek ji hunermendên kurd ên wekî “Tahir Xelîlî , Necmedîn Xulamî, Şêrko Merîwanî û herwisa “Helo Bêkes” ê kurê helbestwanê mezin ê Kurd  “Şêrko Bêkes”, bi belav kirina girte vîdiyoyan di nav torên civakî de ew êrîşa rejîma Îranê bi bombebaran û êrîşa balafirên bê pîlot ên xweteqîner bo ser deverên çiyayê yên Kurdistanê û hêzên PDKÎ li ser sînorên Kurdistanê hatbûne encam dan şermezar kirin û ew şer bi şerekî naberanber û bo kuştina kurdan binav kirine û piştevaniya xwe ji hêza pêşmergê Kurdistanê dane xuya û ragihandin ku Kurdistan cih û mekanê Pêşmerge ye û kes nikare givaşê bêxe ser wan û di her cihekê de ku bixwazin dikarin çalakiyên xwe bikin.

Rejîma Îranê wa hizir dike ku bi wan kiriyarên xwe dikare pêşmerge ji xelk û xelkê ji pêşmerge dûr bixe, lê ev di halekê de ye ku hemû kurdistan di çeperên cuda yên pêmergetiyê de ne û piştevanê hêza pêşmergê Kurdistanê ne.