Wezîrê berê yê Berevaniya rejîma Îranê, “Husên Dêhqan”, îdia dike ku siyaseta îro ya Amerîka hemen “Trampîzm” e û herwisa îdia dike ku, rejîma Îranê dê dîplomasiya xwe biguhere û li pey tolhilêdanan li berteka kiryarên Amerîkayê bona guherîna siyaseta Amerîka di hember Îranê de be.
Roja Pêncşemî 11ê Şibatê, Pasdar “Husên Dêhqan”, di hevpeyvînekê digel rojnameya “The Guardian” a Birîtaniyayê, ragihandiye: “Em dixwazin hindek garantiyan werbigrin ku Amerîka careke din Bercamê binpê neke û Amerîka di rewşekê de nîne ku bikare bona zivirîn li ser masê danûstandinan mercan bo me danê”.
Herwisa navbirî xwe bi awayekî wek kesayetiyên binavûdeng ên wekî “Winston Churchill, General De Gaulle û General Eisenhower” dibîne!
Ew pasdarê terorîst ku dixwaze xwe bo Serkomariya rejîma Îranê berbijêr bike, bi vî awayî dixwaze bo xwe banghêjiyê bike û xwe wekî wan rêberan dide xuya û xwe bi kesekî akademîk binav dike!
Herwisa Pasdar “Dêhqan” ragihand: “Biryara Îranê bona rêgirî li serdana lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî, beşek li wê guherîna siyaseta Îranê ye”.
Rejîma Îranê dixwaze bê merc hemû dorpêçên aborî yên Amerîka li ser Îranê bêne rakirin, lê rejîma Îranê di her derfetekê de daye xuya ku pêbendê ti yasayeke mirovî, exlaqî, siyasî û navnetewî nîne û bi micidî piştevanî ji terorîzmê dike, lewma ti kes û aliyek bawerî bi rejîma Îranê nake.