Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Husên Mer`eşî: “Nizama Îslamî weke befra havînê dihele”

12:10 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2022

“Husên Mer`eşî” ku berpirsê giştî yê girûpeke rejîmê ya bi navê “Hizba Kargozaranê Sazendigî” ye gotiye: “Paşerojek trajîk li benda me ye”.

Kirîza birêveberî, aborî, ji destdana rewatî, enfilasiyon û çendîn kirîzên mezin pêsîra rejîma Îranê girtine û rejîmê jiyaneke dijwar, trajîk û tarî li ser xelkê de sepandiye û berpirsên rejîmê şiyana çareserkirina ti kirîzekê jî tunîn, ew rewş bi qasekî dijwar e ku, Husên Mer`eşî ku berpirsekî rejîmê ye, ji hemû alî û girûpên rejîmê daxwaz kiriye ku “Bi hawara Komara Îslamî û rêberiyê re werin.”

Navbirî gotiye: “Eger rewşa heyî neyê çareserkirin û derkevtina sermaye, revîna bisporan, kêmtirbûna qata naverasta civakê, enfilasiyona dijwar û nerizayetiyên berfireh” dubare bin û neyên sekinandin, paşerojek trajîk li benda me ye”.

Navbirî îşare kiriye ku bi tenê Elî Xamineyî dikare biryaran bistîne û berpirsayetiyên weke serkomar, serokê meclisê û serokê dezgeha dad nikarin biryaran bistînin û pirsgirêkan çareser bikin.

Gotinên wî berpirsê rejîmê îşare bi vê rastiyê ye ku, hemû biryarên girîng di Îranê de ji aliyê Elî Xamineyê ve tên standin û berpirsên din bi tenê wan biryaran bi rê ve dibin û şiyana biryardanê tinîn.