Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Husên Mihemedzade

20:16 - 27 Tebax 2014

H: Arif Vêlzî

Husên Mihemedzade kurê Zirar naskirî bi Husên Mela Zirar, sala 1349 (1970) li bajarê Serdeştê ji dayîk bûye.

Husên Mela Zirar nasyariya xwe bi PDKÎ re bi vî rengî tîne ziman: “Sala 1367 (1988), di gel çend hevalên xwe bi navên Mehmûd Ehmediyan, Mihemed Îsmaîlî û şehîd Mensûr Rehîmî ku her sê jî endamên PDKÎ bûn û karê hizbî di navxwe de dikirin, di bajarê Miyandoawê de me ders dixwend. Ew sê heval di gel vê ku ders dixwandin, hevdem karê hizbî dikirin, û em jî fêrî karê hizbî dikirin. Piştî heyamekê Mehmûd Ehmediyan û Şehîd Mensûr Rehîmî, Kurdistana Rojhilat bi cih hêlan û bi awayekî fermî tevlî refên PDKÎ bûn. Ez û çend hevalên din bo birêvebirina karên hizbî di navxwe de, me cihê wan girt. Bi giştî eva destpêkek bû ji bo min bo nasyariya di gel PDKΔ.

Navbirî çawaniya hatina xwe bo nav refên PDKÎ bi vî rengî tîne ziman: “Piştî derbazbûna nêzîk bi salekê bi ser karê teşkîlatî di navxwe de, min biryar da ku tevlî refên PDKÎ bibim û bibim pêşmerge. Lewra di 23.03.1369 (1990), ez ji sînorî Qasime reş re derbaz bûm, û hatim bo Nokan, û piştre çûme Sonê, ku wê demê lika duyemîn ya hêza Giyareng li wir bû. Her wê rojê, piştînîvro ez birim komîteya şaristana Serdeşt, li Kune marê. Piştî sê rojan bi bê dîtina dewreyeke fêrgehê, ez di lika sê û li pela Şehîd Se’dûn Maraxanî de hatim bi cih kirin. Ji wê rojê şûnde, min çeka şerefa pêşmergatiyê kiriye milên xwe de, û heya niha bi bê rawestiyan li ser xebat û pêşmergatiya xwe berdewam im.

Husên Mela Zirar roja herî xweş ya pêşmergatiya xwe weha tîne ziman: “Roja 12.11.1371 (1993)’an, nêzîk bi 80 kes ji pêşmergeyên hêza Giyareng bi tirombêlên PDKÎ em çûne gundê Meznawê ya ser bi herêma Alana Serdeştê. Em şevê çûne gundê Bêjwê, û sibehiyê hêza Komîteya Şaristana Giyareng hatibû organîzekirin û xwe ji bo şer berhev kiribûn. Doşke û Bîkîsî di cihê xwe de hatibûn danîn. Em 24 kes weke tîma êrîşkar hatibûn organîzekirin, û me sibehiyê zû êrîş bo ser gordana Bêjwê dest pê kir. Piştî çar demjimêran şer û berxwedaniya hêzên rejîmê, me gordan girt. 35 kuştî û 35 dîlên şer ketin destên me de.

Lê mixabin di vî şerî de Xidir Reşe Hermêyî û Îsmaîl Mihemed Penah hatin şehîdkirin, û tevlî karwanê nemiran bûn. Ew serkevtin gellek dengvedana wê hebû, û ez gellek bi vê serkevtinê kêfxweş bûm. Jiber ku pilana lêdana wê gordanê, di nav hêz û komîteyê de bilav bibû. Vêca xweşiya wê, di wir de bû ku ew qas bawerî û nihênîparêzî di nav hêz û komîteyê de zêde bû, ku piştî hefteyekê jî nûçeya lêdana gordanê negihîştibû Komara Îslamiya Îranê.
Husên Mela Zirar roja herî nexweş ya dema pêşmergatiya xwe wiha tîne ziman: “06.051369 (1990)’an, hêz û komîteya Şaraistana Serdeştê li ser vê yekê sax bûn ku li ser pira Şîwe Birahîman, operasyoneke sê alî pêk bînin, (Pira Şîwe Birahîman, Deşta Keçelê, û nav bajar). Em 18 pêşmerge çûn û em bûne sê tîmên şeş kesî, û hevdem me ew sê cih dane ber gulleyan, me li wir şerê xwe kir û di nav gund de em mijûlî nanxwarinê bûn ku 13 tirombêl hatin, û piştî çend caran êrîşên wê hêzê, me bi berdewamî êrîşên wan têk birin, û bi giştî wan bi dehan kuştî dan.

Êvarî hat, û dema vekişiyana me bû, di dema vekişiyanê de em ketin nav daveke mezin de, û piştî şer û berxwedaneke mezin, hevalê me Xalid Tiwana birîndar bû, û bi bê vê ku em bizanin, me ew bi cih hêla. Piştî demekê ku me zanî, em vegeriyan lê me ew nedît. Jiber ku wî bi birîndarî xwe kişandibû qeraxa rê, û mixabin her li wir jî şehîd bibû. Eva roja herî nexweş ya jiyana min bû, jiber ku şehîd Xalid fermande û hevalê min bû.
Husên Mela Zirar derheq pêkanîna jiyana xwe ya hevpar wiha got: “Li binkeya PDKÎ di Raniyê de, di gel Seyran Pîrotî nasyar bûm, û roja 25.09.1975’an di kempa Dêgele de, me pêkve jiyana hevpar pêk anî, û berhema vê jiyana me, sê keç û kurek in.

Husên Mela Zirar bi şandina peyamekê bo xelkê kurdistanê dawî bi hevpeyvîna xwe tîne: “Daxwazê ji hemû wan kesên ku dilê wan bo berjewendiya gelê Kurd lê dide dikim, ku hander bin bo perwerdeya ciwanan, bona vê ku di pêşerojê de bikarin parêzerên mafên neteweyî bin, ku eva jî emegnasî ye bo wan kes û malbatan ku di vê pêxemê de şehîd dane, û yan hezkiriyên wan di nav reşçalên rejîmê de êş û azarê dikişînin, û ya malbatên wan kadr û pêşmergeyan ku her niha jî li ser vê rêbazê berdewam in, û di dawiyê de daxwazê li wan dikim, ku bi tu awayî bi find û fêlên Komara slamî nehêne xapandin, û xwe li madeyên hişber nedin”.