Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Husên Selamî: “Dujmin di hemberî me de stratejiya xwe guherî ye”

13:17 - 22 Hezîran 2020

Fermandê Spaha Pasdaran a terorîst bas dike ku bi hegera bihêzbûna me, dujminên me stratejiya xwe di hember me de guherî ne,

Roja Yekşemî, 21`ê Hezîranê, Fermandê Spaha Pasdaran a terorît, Husên Selamî, Îdia kiriye ku, “em ji aliyê leşkerî û hemû aliyên dinê ve bi qasekî bi hêz bûne ku êdî dujmin heya xeyala şerê leşkerî digel me de nake, şoreşa me mezintir bûye û hêdî-hêdî di cografiyayeke berfirehtir de dê belav bibe û binyat û wateya şoreşa me dê ser dilê mirovan cihê xwe bigire”.

Wî pasdarê terorîst ew jî got ku: “Em niha di asta herî bilind a şerê hemû alî digel dujminan de ne”.

Rejîma Îranê bi wan xeyalan ku xwe zilhêzek dibîne, bi wan gefan û wan derevên eşkere, bûye sedem ku piraniya rojan binke û bargehên rejîmê di Sûriyê de ji aliyê balafirên şer yên Îsarîlê ve têne teqandin û her roj bas ji kuştina wan pasdar û endamên wan di wî welatî de tê kirin û rejîma Îranê jî hêz û şiyana ti bertekekê tinîne tenê gefên vala dixwe.

Bi tenê karê rejîma Îranê, hederdan û xerckirina pereyê nanê xelkê Îranê di welatên dinê de ye ku, ew jî dibin armanca bomb û mûşekan û wateya şoreşa Îslamî ya rejîma Îranê di cîhanê de, teror, gendelî û tedaxul di aramî û asayîşa navnetewî de ye.