Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Husên Şokrî

13:36 - 11 Îlon 2014

H: Arif Vêlzî

naskirî bi Mam Husên kurê Îbrahîm, nêzîk bi 70 salî berî niha li gundê Xolamalî ya ser bi bajarê Bokanê, di malbateke navincî de hatiye dinê.
Rêzdar Mam Husên nasiyariya xwe bi PDKÎ re bi vî awayî tîne ziman: “Bi sedema vê ku her di destpêka zarokatiya xwe de ez sêvî mam, ez çûm û li gundê Zawekêw ya ser bi bajarê Mehabadê, li cem axa min dest bi karkirinê kir.

Wê demê Îsmaîl Şerîfzade û Sulêman û Ebdullah Moînî û Mîneşem û çend kesên din, ku wê demê wek “çete” hatibûn nasîn, pêşmergeyên PDKÎ bûn, û weke tîma kadrên Gewirkê, ku ji Gewirkê heya Bokanê di destên wan de bû, hatin bo deverê, û di gundê Zawekêw daxwaza nan û av li axayê gund kirin.

Silêman Moînî berpirsê tîmê bû. Axa gote min û min jî serê mîhekê jêre birî, û xwarineke zaf min jêre bire nav daristan li kêleka gund.

Li wir bo yekemîn car, min çeka Kelaşînkofê di destê Silêman Moînî de dît, û wî got ku were wêneyekê pê bigre. Piştî girtina wêneyê, kartek da min û gote min ku eva karta hizbê ye. Piştî xwarinê Silêman Moînî got ku tu here û xelkê gund agehdar bike, da ku em ji wan re biaxivin.

Ez jî geriyam û min xelk agehdar kir, lê dema ku kadrên PDKÎ ji aliyê daristanan ve ber bi gund hatin, yek mêr jî di nav gund de nema, û her hemû jî reviyan, jiber ku digotin evane çete ne û wê me bikujin.

Eva destpêka nasiyariya min ya bi PDKÎ re bû, û min bi vî rengî PDKÎ nas kir.
Navbirî tevlîbûna xwe bi PDKÎ re bi vî awayî bas dike: “Her vê roja ku min wêne bi kilaşînkofa Silêma ve girt, bi bê vê ku ez bixwe bizanim, karta hizbî da min, û ji vê rojê şûnde ez bi awayekî fermî bûme endamê hizbê. Temenê min tenê 15 sal bû ku ez bûme endam û heya niha jî ez di nav refên PDKÎ de li ser xebata xwe berdewam im”.

Mam Husên di serdema rejîma Paşatiyê û serdema deshilata Komara Îslamiya Îranê de, du caran bi tawana hizbîbûnê hatiye girtin, û bi vî rengî bas ji girtina xwe dike: “Yekemîn car piştî du salan karkirina di gel kak Silêman û hevalên wî, piştî vê ku di şerekî ne beramber de, kak Mîneşem û hevalên wî hatin şehîdkirin, yek ji hevalên Mîneşem, ku berpirsyarê parastina belgeyên vê girûpê bû, xwe radestî hêzên jandarmê kir, û piştre ez bi belgeyan ve hatim girtin, û serbarê haşakirineke zaf hate selimandin ku ez endamê hizbê me, û kareke zaf weke tedarokat û komkirina alîkariya malî bo hizbê min kiriye, û her bi vê tawanê du caran hukmê bidarvekirinê bo min hate birrîn, lê jiber ku temenê min jêr 18 saliyê bû, ew hukma bi rêve nediçû.

Piştre kurê Mihemedriza Şah yê bi navê Riza Pehlewî ji dayîk bû, û ez jî bi vê boneyê ve li ber biryara lêborînê ketim, ku wê demê cejn û xweşî li hemû gund û bajarekî de hate ragehandin.

Carek din jî di serdema deshilatdariya Komara Îslamiya Îranê de, sergord Ebasî ji Mehabadê ve, gazî min kir û daxwaz ji min kir ku ez nameyeke wî ji bo serwan Efşîn bibim bo bajarê Bokanê.

Di navbera riya Mehabad û Bokanê bi demançeya hizbê û nameya sergord Ebasî ve ez hatim girtin, ku wê demê jî renge ez bihatibam îdamkirin, lê pasdareke payebilind ku pêştir di herêma me de karê çerçîtiyê dikir, û min xizmeteke zaf pê kiribû, alîkariya min kir û ez rizgar kirin”.

Birêz Mam Husên bîranîna xweş ya serdema pêşmergatiya xwe bi vî rengî bas dike: “ Cejna 25’ê Gelawêjê bû ku hêza Komîte şaristana Rebet û Hêza Zimzîran di herêmê de bûn, biryar hate dan ku cejna 25’ê Gelawêjê di nav daristanên wê herêmê de bigrin, û xelkê heft gundên derdorê jî bo vê cejnê me gazî kirin.

Li bereberê bidawîhatina cejnê de bû ku topxaneya Komara Îslamiya Îranê hat, û bi tundî em topbaran kirin. Pêşmerge ber bi çiyayan ve çûn, û xelk jî li jêr topbaranê de man, di wê demê de me biryara êrîşê da, û me êrîşî ser topxaneyê kir, û me paşekêşe bi wan kir, û me nehêla ku zirar li xelkê gund bikeve.

Têkilya cejna 25’ê Gelawêjê û êrîş û topbarana Komara Îslamî û berbirûbûn û serkevtina me rojeke xweş bû ku tu car ji bîr nakim”.
Ew derheq jiyana xwe ya hevpar jî wiha dibêje: “Min 15 salan berî niha di gel Amîn Qadir ku ya gundê Pişderê ye, jiyana hevpar pêk anî”.

Hêvî û xwaziya Mam Husên serkevtina PDKÎ û vegeriyana wî ya serbilindane bo Kurdistanê ye, û bi vê peyamê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Ez ku nizîk bi 50 sal e di nav refên PDKÎ de me, silavan bo hemû tekên xelkê Kurdistanê dişînim, û ji wan daxwazê dikim ku agehdarê malbatên serbilind ên şehîdan û girtiyên siyasî bin, û her tim weke berê, piştevanê PDKÎ bin”.