
Kurdistanmedia: Cîgirê Ewlehiyê ê wezîrê Navxwe yê Îranê gefê li partiyên opozîsyona rejîma Îranê li Kurdistan û Belûçistanê dixwe û dibêje ku ewê êrîşê bikin ser navendên wan partiyan.
Husên Zulfeqarî cîgirê Ewlehiyê ê wezîrê Navxwe ê Îranê di gotûbêjekê de bi Ajansa nûçeyan a Spaha Pasdaran “Tesnîm”ê re behsa çalaliyên partiyên opozîsyona rejîma Îranê li Kurdistan û Belûçistanê kir û ragihand: “Cihên van girûpên terorîstî li hin welatên derdorê ne, û me ji berpirsên wan welatan xwastiye bixwe bi wan girûpan re bikevin nava pêwendiyê, û eger bi vî rengî, van girûpan dev ji kiryarên xwe bernedan, Komara Îslamî wê neçar be ji bo dabînkirina ewlehiya xwe navendên wan girûpan li sînoran bike armanc.”
Got jî ku “Çalakiyên wan partiyan nayên tehemilkirin û me zanyariyên rast hene ku hin ajansên îstixbaratî ên wan welatan, ji bo tevgerên wan girûpên terorîstî, piştevaniya wan dikin û hin ji wan, bi awayekî rasterast bi wan girûpan re di pêwendiyê de ne.”
Ji aliyekî din ve “Remezan Şerîf” peyvdar û berpirsê Pêwendiyên Giştî ên Spaha Pasdaran a terorîstî a piştî pevçûnên li Merîwanê ku tê de 11 kes ji endamên Spaha Pasdaran hatin kuştin, gef li partiyên Kurdî ên opozîsyonê xwarin û da xuyakirin ku “Em haydariyê didin ajansên îstixbaratê ên biyanî ku emê tola xwe vekin.
Bûyerên bi vî rengî, ji aliyê çekdarên Îslamî ve têne encamdan û divê dev ji piştevaniya wan girûpên terorîstî berdin ji ber ku eger ev bûyer dubare bin, ewê rastî mistên hesinî ên hêzên ewlehî û parêzvan û bi taybet Spaha Pasdaran bên û wê ziyaneke zêde bibînin.”
Ji sala 1394’an a Rojî ve hêzên opozîsyona Îranê bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li navxwey welat dest bi çalakiyan kirin û hikûmeta Îranê jî bi hinceta ku partiyên Rojhilat li Herêma Kurdistanê ne, navçeyên wan dide ber topan û gefa êrîşa ser cihên partiyên Kurdî li wan dixwe.”