Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyan bi dironan êrîş kirine ser hêzên Hevpeymaniya Erebî

17:31 - 31 Kanûna pêşîn 2021

Pêka çend çavkaniyên leşkerî li rêkevta 9ê Befranbarê, “Hûsiyên” Yemenê bi rêya dironenk êrîşî li ser binkeyên hêzên Yemenê bi rêberatiya “Erebistan”ê kirin.

Pêka rapora nûçegihaniya “Reuters”ê hêzên Yemenê di bin fermana “Erebistan”ê bo şer bi dijî Hûsiyên Yemenê û rêgirî ji dagîrkirina parêzgeha xwedî neft a “Şibwe” bo wê deverê şandine.

Çavkaniyek leşkerî di vê derheqê de ragihandiyê, di encama wê êrîşa esmanî ya “Hûsiyan” de 4 serbaz û 13 kesên din birîndar bûne, lê berpirsek xwecihî gotiye ku 7 kes di vê êrîşê de canê xwe ji dest dane.

Di vê derheqê de heta niha ne ji aliyê “Hûsiyan” û ne ji aliyê, alîgirên hevpeymaniya Erebî bi rêberatiya “Erebistan”ê ku bi tîpa “Xûlan” têne naskirin, ti rohinkirinek nehatiye danê.

roja Çarşemî 8ê Befranbarê Tîpa “Xûlan” ragihandbûn ku hêzên wan di Rojavaya “Yemen”ê de gihîştine devera “Şibwe”yê.

Hûsiyên Yemenê ji aliyê rejîma Îranê ve piştevanî jê têkirinê û heyama 6 salan e digel hêza Hevpeymaniya Erebî bi rêberatiya “Erebistan”ê şer dikin, Hûsiyan karîne heta navenda parêzgeha “Marib”ê bi pêşve herin.

Parêzgeha “Marib” yekem devera berhemanîna gaza siruştiya Yemenê ye û herwisa mezintirîn cihê nefta derverê jî di wê parêzgehê de ne.

Hûsiyan derizkirine nav parêzgeha “Şibwe” û rêya veguhastinê bo parêzgeha “Marib”ê xistine bin kontrola xwe, lê heta niha nekarîne dest bi ser tevahiya parêzgehê de bigirin û navenda wê parêzgehê di bin kontrola hêzên dewletê de ne.