Di heyama heftiya derbasbûyî de, Husiyên Yemenê du caran êrîşî li ser binkeyên neft û gaz yên Erebistanê li bajarê “Cedde”yê kirin û di wê êrîşê de navenda neftê ya Aramkoyê bo bi armanca êrîşên mûşekên Husiyan.
Roja înê 25`ê Adarê Husiyên Yemen bi balafirên bêpîlot û mûşekên balistîkan, li dijî binkeya neft û gaza “Aramko”yê êrîş pêk anîn û her ev êrîş bû bi sedema agir pêkitinê û her di vê derheqê de nûçegihaniya “El-Erebia” ragihandiye ku, bi sedema êrîşên Husiyan yên li ser wê binkeya neft û gazê, navenda dabeşkirina elekterîka bajarê “Samite”yê ya li devera “Cazan”ê agir girtiye.
Her di vê derheqê de Hevpeymaniya Erebî ya bi serokatiya Erebistanê daxuyaniyek belav kiriye, û îşare bi jinavbirina mûşekek balistîkî û barafirek bêpîlot a bomberêjkirî li esmanê devera “Necran” a Erebistanê kiriye û herwisa di vê daxuyaniyê de, îşare bi jinavbirina 9 balafirên din ên bêpîlot yên Husiyan jî hatiye kirin.
Erebistanê di heyama meha derbasbûyî de, rojane biqasî 10 milyon bermîl neft berhem anîbû û herwisa şiyana berhemanîna 12 milyon bermîl neftê jî heye û Ewropa û Amerîkayê di wê dawiyê de, li ser berhemanîna zêde ya neftê digel Erebistanê, danûstandin pêk anîne.
Êrîşên Husiyan bi piştevaniya rejîma Îslamiya Îranê tên encam dan, û cebilxaneya hewce bo Husiyan jî, ji aliyê rejîma terorîst a Îranê ve tê dabînkirin.
Bi sedema şerê Rûsiye û Ukrayînê bazara cîhanî ya neftê rastî pirsigirêkên micid hatiye, û Erebistanê bi awayek zelal ragihandiye ku: “Di berdewamiya êrîşên Husiyan de me ti berpirsayetiyek li derheq dabînkirina nefta hewce bo bazarên cîhanê tine ye”.