
Kurdistanmedia: Rêkxirawa Gehandina Hevkariyên Navneteweyî nerazîbûna xwe derheq dizîna hevkariyên wan ji aliyê Hûsiyan ve nîşan daye.
Rêkxirawa Gehandina Hevkariyên Navneteweyî ku di bin çavdêriya NY de çalakiyan dike, ragehandiye ku beşek ji hevkariyên wan ên mirovdostane ji aliyê Hûsiyan ve têne dizîn, û li cihekî din têne firotin.
Rêkxirawa Gehandina Hevakariyên Navneteweyî tevî şermezarkirina dizîna hevakriyên wan ji aliyê Hûsiyan ve daxwaza sekinandina wan kar û kiryarên dijîmirovî ên Hûsiyan kiriye, û ew reftar wekî kiryareke dijîmirovî hesibandiye.
Rêkxirawa Gehandina Hevkariyên Navneteweyî ku di bin çavdêriya NY de kar dike bo gehandina hevkariyên bilez û ên mewadên xwarinê bo herêmên ku ratsî kirîzan hatine, niha binkeya wê di bajarê Romê de ye. Wê rêkxirawê gef xwariye ku hekî pêşiya vê diziyê nehê girtin, ewê hevkariyên xwe bo girûpa Hûsiyan bidin sekinandin.
Li gora daxuyaniya vê rêkxirawê, beşeke zêde ji hevkariyan her negihîştine “Sen`a”yê jî.
Şer li Yemenê ji sala 2015`an ve dest pê kir û heya niha di encama vî şerî de dehan hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, û ew yek kirîza herî bijan bûye di asta cîhanî de.
Rapora NY nîşan dide, ku nêzî 20 milyon kesî ji akinciyên Yemenê di rewşeke xirab û bikirîz ya xwarinê de dijîn.
Hêjayî basê ye ku ew kiryara ku niha Hûsî dikin, û hevkariyan didizin, ji hevpeymanên xwe yên terorîst wate Spaha Pasdaran fêr bûne, jiber ku Spaha Pasdaran jî di dema şandina hevkariyên ku ji aliyê xelkê Kurdistanê ve hatibûn komkirin, wekî rêgir û çeteyan pêşiya tirombêlan digirtin, û barên wan didizîn. Ew barên ku dikarîn jiyana gellek erdhejlêdayiyan bi taybetî zarokan di sir û seqema zistanê de ji mirinê rizgar bike.