Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Husyên Yemenê dîsan Îmarat kirin armanc

10:40 - 31 Kanûna Paşîn 2022

Roja 30`ê Kanûna Paşîn Husyên Yemenê yên girêdayî rejîma Îslamîa Îranê,  bi moşekên balistîk  esmanê Îmaratê kirine armanc.

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê derheqê êrîşên terorîstî ên Husyên Yemenê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku, wan moşekên balistîk ên ku ji aliyê milîşên Husyên Yemenê ve hatine avêtin şopandine û ji navbirine.

Herwisa di vê daxuyaniyê de hatiye, hêzên Esmanî ên Îmarat û Hevalbendiya Erebî ya piştevanê dewleta yasayî ya Yemenê, dika moşekî ya Husyên Yemenê peydakirine û jinav birine.

Herwisa desthilatdarên Îmaratê ev kiriyarên terorîstî ên Husyên Yemenê ên girêdayî rejîma Îranê şermezar kirin û tekez jî kirin ku, ev bazdanên Husiyan gefên metrisîdar in, li dijî  ewlehiya navneteweyî, herikîna enerjiyê û herwisa ewlehiya aboriya cîhanê.

Her di vê pêywendiyê de,  di roja Înê a borî de, Şêvra Ewlehiya Saziya Navneteweyî di civînekê de, êrîşên terorîstî yên Husiyan yên li dijî Îmarat û Erebistanê şermezar kirin û herwisa berxwedaniya li hemberî gefên li dijî aştî û ewlehiya cîhanê  û şerê digel destûpêywendiyên wan kiryarên han hewce dane zanîn.