Sekirtêrê Şêwaraya Bilind a Înqilaba Ferhengî “Seîdriza Amilî” gotiye ku “Îbrahîm Reîsî” hilveşandin a belgeya 2030 ya UNESCOyê ragihandiye.
Belgeya 2030 ya UNENSCO yê mijarên wekî “çavedêrî li ser perverdehiya parastina jîngeh, vekheviya zayendî û derfetên vekhev ên civakî bo jin û mêr, mafê mirov, ji navbirina cudatîdanîn ên kêmîneyan, rezgirtin ji cudatiyên çandî û geşedana perverde li navbera çandên cuda, destberdan ji gotarên dayxistî yên kesayetiyê, perwerdekirina nivşa nû bi dîtingeha hevwelatibûna cîhanî, çanda aşîtî û nebûna tundûtîjiyan” li xwe digre.
Belgeya 2030 a UNESCOyê li sala 2015an de di cîvîna rêberên welatên cîhanê de bi 17 armancên bingehîn û 169 armancên din wkî rêçareyek li ser geşekirina berdewam bo civaka navnetewî ya sala 2030an erê kiribûn û rejîma Îranê yekem rejîm bû ku dijayetiya wê belgeyê kir.
Rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” li sala 1396an a Rojî digel wê belgeya UNESCO yê dijayetî kir û got: “Ew belgeya banghêjiyê bo şêwaza jiyana seqet û kawilker û gendela rojavayî dike”.
Şêwaraya Bilind a Înqilaba Ferhengî ku serokatiya wê li stuyê “Îbrahîm Reîsî” ye, hilveşandina belgeya 2030 erê kir û ji aliyê Îbrahîm Reîsî vê ve hate ragihandin.